17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
HEWLÊR
Bi destê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê revandina 5 endamên polîtburo û 9 endamên partiyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) ku di bin banê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) da cî digire, hat şermezarkirin.
Penaberên kurd ên ji Sûriyeyê li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê li ber avahiya PDKSyê civiyan û tundî û tedayiya ku PYD di rojên dawîn da dike protesto kirin.
Kawa Ezîziyê Endamê Polîtburoya PDKSyê ku di nav çalakvanan da bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bi zora çekan tundiyê dike û xwe li ser gelê me ferz dike. Kesî ji PYDyê ra negot ku werin û me biparêzin. PYD li herêmên kurdan ên li Sûriyeyê xizmeta rejima Beşar Esed dike."
Ezîzî diyar kir ku PYD ji xeynî xwe kesî qebûl nake û wiha got: "Dest danîne ser her tiştî."
Ezîzî destnîşan kir ku PYD êrîşî partiyên di bin banê ENKSyê da dike û wiha dewam kir: "Dixwaze hemû hêvî û derfetên ku li gor destûra bingehîn ji kurdan ra çêbûne ji holê rake."
- "Tiştê ku PYD dike teror e"
Ji çalakvanan Ciwan Ganî destnîşan kir ku ji bo protestokirina tundiya li ser endamên PDKSyê tevlî çalakiyê bûye û got ku tiştê ku PYD dike teror e.
Îbrahîm Evdirehman jî diyar kir ku PYD dest danîne ser îradeya kurdan û got ku li gor îradeya kurdan hereket nake û li gor hêzên din tevdigere.
5 endamên polîtburo û 9 endamên PDK-Syê îşev li Hesekeya Qamişloyê bi destê PYDyê hatibûn revandin.
Îbrahîm Biroyê Serokê ENKSyê jî çend roj berê bi destê PYDyê li Qamişloyê hatibû revandin û li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê serbest hatibû berdan.