MÛSIL
Hat ragihandin ku ji bo êzdiyên li Çiyayê Şengalê asê man rêyeke ewle hat vekirin û êzdî hatin xilaskirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin pêşmergeyan digel hêzên Yekîtiya Parastina Gel (YPG) ji bo xilaskirina êzdiyên ev hefteyek bû ku li Çiyayê Şengalê asê mabûn rêyeke ewle vekir.
Piştî temamkirina xebatên xilaskirinê bi hezaran malbat ji çiya daketin û bi awayekî ewle ji herêmê çûn. Li gund û bajarokên Dihokê ji bo malbatên Êzdî wesayit hatin amadekirin.
Hat ragihandin ku malbatên êzdî piştî meşa du saetan gihiştin cihê ku lê wesayit hatibûn sekinandin. Pêşmerge û hêzên YPGyê li ber erebeyan malbat pêşwazî kirin, av dan wan û ew li wesayitan siwar kirin û ber bi Sûriyeyê ve birê kirin. Herwiha ji bo xilaskirina malbatên êzdî ên li çiya jî xebat dewam dikin.
Dîmenên dilsoj
Nûçegihanê AAyê şahidiya reva malbatên êzdî yên li çiya asê mabûn kir.
Di çaxa revê de hat dîtin ku zarok, kal û pîran li ser milan dibin, herwiha hal di jinan de jî nemaye ku karibin pê bavêjin. Bi taybetî tirs û aciziya li ser çavên zarokan bal kişand.
Xales Xidir (75) serboriya xwe ji nûçegihanê AAyê re got: "Di serî de piçek av û xwarina me hebû. Lê di nav du rojan de xilas bû. Di rojên dawîn de ne ava me ya vexwarinê hebû ne jî nanê me. Me rojên dijwar derbas kirin. Hêj li serê çiya bi hezaran qewmên me hene. Divê bi awayekî alîkarî bigihêje wan. Ku alîkarî negihêje wan dibe ku bi hezaran zarok bimrin."
DÎŞIyê di 3yê tebaxê de herêma Şengalê ya ku kurdên êzdî lê dijîn dagir kiribû. Li ser vê pêşmergeyên li herêmê mecbûr mabûn ku ji herêmê vekişin û bi hezaran êzdî jî derketibûn serê Çiyayê Şengalê. Li ser vê AFADê bi firokeyên Iraqê ji hewayê pakêtên alîkariyê li ser Çiyayê Şengalê avêtibû herêma êzdiyan.