ANKARA
Anadolu Agency (AA) ji bo encamên hilbijartina serokomariyê ya ku dê sibê bê kirin bi awayekî lez û bez biweşîne bi navê "Projeya Hilbijartina Serokomariyê ya 2014an" amade kir. Nasandina vê projeyê Enqere di serî de li Stenbol û Îzmirê di ekranên mezin ên li meydan û kolanan de tê kirin.
Di vîdeoya ku ji bo nasandina projeyê hat amadekirin de qala nûçegihanên xwedîtecrûbe, bername û bingeha ku bi teknolojiya herî dawîn hat amadekirin, nûçe, analîz, weşan, grafîk, anîmasyon, wêne û dîmenên ku dê bên weşandin tê kirin. Ev hemû agahî jî li ser navnîşana "www.aasecim.com"ê dê bên parvekirin.
Vîdeoya nasandina projeya AAyê li Enqereyê li ser ekranên ku li Umîtkoy, Tandogan, Oran, Sihhiye, Atakûle, Bahçelîevler, Kizilay, Çûkûrambar û Kûgûlûyê ye, li Stenbolê li ser ekranên ku li Bêşîktaş, Fûlya, Maçka, Kadikoy, Bakirkoy, Mecîdiyekoy, Başakşehîr, Balafirgeha Ataturkê û Atakoyê ye, li Îzmirê jî li ser ekranên ku Karşiyaka, Taxa Yaliyê, Mavîşehîr, Bostanli, Pazaryeri û Guzelyaliyê ye tên nîşandan.