Abdullah Tel
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
Muş
Muteşebis Haşim Yumluyê ku li Mûşê rûdinê ji dewletê 2 milyon lire piştgirî hilda, pê tesîsek ava kir, rojê 3 hezar ton şîr didoşe û li bajêr û navçeyên derdorê difiroşe.
Yumlu ji Saziya Piştgiriya Pêşvebirina Çolter û Çandiniyê (TKDK) bi qasî 2 milyon lire pere hilda û li ser erdekî 30 donimî bi 3 milyon lireyî çêwlika dewaran çêkir. Yumlu ji Awistirya û Almanyayê 120 çêlekên cureya wan sîmental e anî û rojê 3 ton şîr ji wan dewaran didoşe.
Xwediyê tesîsê şîrê ku rojane didoşe li navenda Mûşê, navçeyên wê û li bajar û navçeyên herêmê difiroşe.
Yumlu daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi saya piştgiriya dewletê nebûya nikaribû tesîseke wiha ava bike û xeberdana xwe wiha domand: "Di nav du salan da em dixwazin ku hejmara dewarên me bibe 700 serî. Xebateke wiha him ji bo aboriya herêma me û him jî ji bo Tirkiyeyê wê gelekî bi kêr bê. Dema ku me dest bi vî karî kir me gelek tirsandin û gotin ku hûn ê zirar bikin. Tiştekî wisa tuneye dema ku li her herêmê 5-6 tesîsên wiha bên avakirin hewcedarî him ji bo şîr û him jî ji bo goşt bi îtxalkirinê namîne."
Kordînatorê Bajêr ê TKDKê Beytullah Uygur jî destnîşan kir ku li ew herêmê di bergîdana projeyan da xwedî li muteşebisan derdikevin û piştgiriyê didin wan.