Haydar Şahin
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
MUŞ
Li Bulanixa navçeya Mûşê xwîndariya di navbera du malbatan da bi navçîtiya mezinên herêmê bi dawî bû.
Li gundê Toklularê ji vir 5 sal berê dewa xwînê kete navbera du malbatan, mezinên herêmê ji bo malbatan li hev bînin bi endamên herdu malbatan ra axivîn.
Xwîndarî bi piştgiriya mixtar û melayên gundan va hat bidawîkirin.
Şêx Abdurrahman Çelîkê ji mezinên herêmê di merasima li Mizgefta Bezîuzeman a li Taxa Şehîtlîkê da axivî û civakê bîriya aştiyê kiriye.
Abdulvahap Înceyê Melayê Medreseya Gundê Sogutluyê jî got ku di dînê Îslamê da biratî, bihevrabûn û yekîtî heye û wiha pê da çû: "Eva erda têra me hemûyan dike. Dibê em kesî li derva negrin û têgeha parvekirinê ji xwe ra têxin rêgez. Ji ber ku keda me tevlî xêreke wiha bû em bextewar in. Derdê me ew e ku li vê derê hizûrê pêk bînin û Mislimantiyê bijîn. Şer malbatan ji holê radike, ji bo ku şer û dijminyahiyê ji holê rakin dibê çi ji destê me tê em bikin."
Piştî axaftinan endamên herdu malbatan li hev hatin.