NEW YORK
Biryara dadgehê ya der barê polêsên ku welatiyên reşik kuştibûn lê wê neyên darizandin, di roja 6emîn de li New Yorkê dîsa hat protestokirin.
Lîstikvanê Tîma Basketbolê ya Navneteweyî ya Amerîkayê (NBA) ya Chîcago Bullsê, Derrîck Rose ji bo ku bertekê nîşanî biryara dadgehê bide, beriya pêşbirkê tîşortekî li ser "I Can't Breathe'' (Ez nikarim bêhna xwe bistînim) nivîsandî li xwe kir.
Lîstikvanê navdar LeBron James jî tîşortekî heman nivîs li ser nivîsandî li xwe kir û piştgirî da kesên protestoyan dikin. Vê tevgera lîstikvanan ve di qada werzîşê de jî piştgirî çêbû.
Erîc Garnerê hatibû kuştin dema hatibû binçavkirin û polês stûyê wî şidandibû ev hevok gotibû.
Ji bilî lîskikvanên NBAyê lîstikvanên Lîga Fûtbolê ya Amerîkayê (NLF) jî heman tişt kirin û bertek nîşanî dadgehê dan.
Kesên ku hatin li ber stadyûma ku pêşbirka Cavalîers û Netsê wê bê lîstin, xwe erdê dirêj kirin û çalakiyeke bê deng ve kuştina reşikan û biryara dadgehê ya ku nahêle polês bên darizandin protesto kirin.