İbrahim Atmaca
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
BAGDAT
Hat ragihandin ku bi destan jimartina dengên 6 bajarên başûrê Iraqê yên hilbijartina giştî li paytex Bexdayê dest pê kirin.
Li gor agahiya ku ji Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê hat hildan, ji ber ku hat îdiakirin li bajarên Meysan, Zîkar, Vasit, Musenna, Kadisiyye û Besrayê hîle tevlî hilbijartinê bûne û gilî hat kirin, dengên van bajaran li Qada Fuarê ya Bexdayê ya Navneteweyî bi detan tê jimartin.
Li der û dora qadê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û nahêlin mensûbên çapemeniyê jî têkevin qada ku deng bi destan tên jimartin.
Ji aliyekî din va li Silêmaniya wilayeta Herêma Kurdistana Iraqê jî bi destan jimartina dengan dest pê kir.
Li Iraqê di 12ê gulanê da hilbijartina giştî hatibû kirin û hîleyên hilbijartinê hatibûn rojevê. Meclisa Iraqê di 6ê hezîranê da biryar dabû ku hemû sandoqên hilbijartinê werin vekirin cardin bi destan werin jimartin.
Herî zêde dihat xwestin ku dengên Kerkûkê cardin werin jimartin, lê hefteya çûyî jimartina destan dest pê kiribû û piştî 3 rojan jimartin sekinîbû û tu hincet jî nehatibû gotin.
Tirkmenên Kerkûkê bertek nîşanî vê rewşê dabûn û li bajêr xwepêşandanên protestoyê li dar xistibûn.
Berpirsê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Mela Bextiyar jî duh civîna çapemeniyê li dar xistibû û îdia kiribû ku piştî jimartina destan ji sedî 93yê dengan wek encama hatiye îlankirinê ye.