07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
LAGOS
Li Nasarawaya eyaleta Nîjeryeyê di navbera şivan û cotkaran de pevçûn derket, di şer de 38 kes mirin.
Platforma Rapora Kêmneteweyan a ku li welêt pevçûnan dişopîne daxuyand ku li eyaleta Nasarawayê ji eşîra Fulaniyan hin şivanan êrîşî eşîrên Afo û Udenî Magajê kirin û di êrîşê de 38 kes mirin. Hat gotin ku li gundên Amaku, Agbashî û Odeniyê gundiyan ji ber pevçûnê koç kir.
Gundiyên herêmê ji nûçegihanê AAyê re gotin ku şivanên ji eşîra Fulaniyan êrîşî endamên eşîra Udeniyan kirine.
Genyî Auduyê ji eşîra Udenî jî got ku di êrîşê de 6 kes birîndar bûne û mala wan jî hatiye şewitandin. Audu got ku wan mala xwe terk kirine û xwe spartina paytext Lafîayê.
Li eyaletên Benue, Plateau, Taraba û Nasarawayê ji ber erazî û heywandariyê her tim pevçûn çêdibin.
Di 24ê çileya peşîn de jî li eyaleta Plateauyê di pevçûnekê de ji 30yî zêdetir kes miribûn.