HELEB
Berpirsiyarê Medya Anadanê yê Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyê (SRGC) Salîh Ebû Leyla ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku balafira aîdê artêşa Sûriyê, bi bomabeya warîl erîşê Mîzgefta Şehîd Hemze kir. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 4 mamosteyên qursa Qur'anê digel 8 şagirtan jiyana xwe ji dest da û ji 50î kesî zêdetir meriv jî birîndar bûn.
Ebû Leyla diyar kir ku birîndar şandine nexweşxaneyên Tirkiyê yên bajarê Kîlîsê û pir xesar gihiştiye mizgeftê.
Ebû Leyla di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên rejîmê di meha Remezanê de bi taybetî davêjin ser mîzgeftan.