12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2016
SREBRENÎTSA
Li Ewropayê piştî şerê duyemîn ê cîhanê qirkirina li Srebrenîtsayê ya herî mezin tê hesibandin û Goristana Bîrdariyê ya Potoçoriyê ku 6 hezar û 504 qurbanên wê derê lê hatine veşartin piştî merasima veşartina 127 cinazeyên din ên qurban dîsa di nav bêdengiyê da ma.
Cinazeyê 127 kesên ku di qirkirina Srebrenîtsayê da can dabûn hatin veşartin.
Ji bo beşdarbûna merasima ku bi hinceta sala 21î ya qirkirina Boşnakan a li Srebrenîtsayê hat kirin bi hezaran kes serê sibehê zû ji Potoçoriyê derketibûn rê û hatibûn lê bi dawîbûna merasimê û veşartina cinazeyan ve milet li wesayîtan siwar bû vegeriyan malên xwe û hes û binata tu kesî li Goristana Bîrdariyê ya Potoçoriya 6 hezar û 504 qurbanên qirkirinê di nav xwe da dihewîne nayê.
Dema ku endamên saziyên medyaya herêmî û navneteweyî yên merasimê ji nêz va dişopandin jî ji wê derê veqetiyan û komeke xwendekarên zanîngehê goristan paqij kirin û bermayiyên li derdorê berhevkirin û avêtin çopê.
Bi veşartina 127 cinazeyan va hejmara gorên ku li goristanê ne jî derket 6 hezar û 504an.