12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Ji bo rizgarkirina Mûsila li bakurê Iraqê ku 2 sal e di destê DAEŞa rêxistina terorê da ye amadehiyên bona operasyona leşkerî dewam dikin.
Li gor texmînanan piştî destpêkirina operasyona xilaskirinê, wê milyonek sivîl malên xwe biterikînin û bibin penaber. Ji ber vê sedemê jî rayedarên hikûmetê ji bo kontrolkirina koç û koçberiyê li dorbera Mûsilê amadehiyan dike ku 5 kampan çêkin.
Li gor agahiyên rayedarên leşkerî û îdarî yên li herêmê ji sedî 70ê Mûsilê di destê DAEŞê da ye û qederê 20 hezar şervanên rêxistinê hene.
Waliyê Mûsilê Newfel Hamadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi operasyona rizgarkirina Mûsilê ra wê gelek kesê koçî herêmên cuda ên Herêma Kurdistana Iraqê bikin û got ku ji bo vê jî hin tevdîr tên hildan.
Hamadî diyar kir ku wê operasyon tesîreke mezin li koç û koçberiyê bike û wiha xeberda: "Li gor texmîna me heger pireyên li ser çemê Dicleyê xera nebin wê qederê milyonek sivîl malên xwe biterikînin û bibin penaber. Lê heger pire xera bibin û sivîl nikaribin herin ciyê ewle wê ev hejmar di derdora 500 û 700 hezarî da be."
Hamadî diyar kir ku ji bo penaberan amadehiyên çêkirina kampan dewam dike û wiha dewam kir: "5 cî hatin tesbitkirin ku lê kamp werin çêkirin. Me li Dîbege û Mexmûra li başûrê Mûsilê, Hazira li rojhilatê başûr, Rabiya li rojava û el-Kuşa li rojhilatê bajêr lêkolîn kirin û telîmat da ku kamp bên çêkirin."
Ji hundir va piştevaniya operasyonê dikin
Waliyê Berê yê Mûsilê û Fermandarê Heşdî Wetenî (Hêzên Sunî yên Dildar) Esîl Nuceyfî der barê amadehiyên operasyonê da agahî dan.
Nuceyfî got ku li herêma Başîkaya Mûsilê nêzî 4 hezarî eskerên girêdayî Heşdî Weteniyê bi cih bûn û destnîşan kir ku li navenda bajêr jî hêzên wan ên veşartî hene û wiha dewam kir: "Di nav hêzên li Iraqê da, aliyê ku li navenda bajêr hêzên wê yên çekdar hene em in. Li hundir nêzî hezar eskerên me hene û li hêviya fermanê ne."
Nuceyfî bal kişand ku haya wan ji DAEŞê heye û der barê hejmdara miltan û herêmên di kontrola wê da ev agahî parve kirin:
"Ji sedî 70yê Nînovayê di destê DAEŞê da ye. Herwiha ji sedî 30yê herêmê jî di encama operasyonan da hat xilaskirin. Ji bilî vana, li navenda bajêrê Mûsilê qasî 10 hezarî şervanên DAEŞê hene. Li navçeya Telafer, Geyare û Baacê jî qasî 10 hezarî şervan hene. Em dikarin bibêjin ku li bajarê Nînovayê 20 hezar şervan hene."
- Serjimara Mûsilê 500 hezar zêde bû
Nuceyfî bi bîr xist ku serjimara Mûsilê berî dagirkirina DAEŞê (hezîran 2014) milyon û 500 hezar bû, lê îro serjimara herêmê ji du milyonî derbas bû.
Nuceyfî der barê sedema zêdebûna serjimara herêmê da got ku rêxistinê piştî ku herêma Salahaddîn, Enbar û herêmên din winda kir, sivîlên li wan herêman xwe sipartin Mûsilê.
- Îdiaya PKKyê ji bo Mûsilê 5 hezar terorîst amade kiriye
Fermandarê Iraqî Nuceyfî îdia kir ku PKKya rêxistina terorê û hin rêxistinên ku Îran piştevaniya wan dikin ji bo tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin, amadehiyan dikin û wiha pê da çû:
"Tê gotin ku PKKyê ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê 5 hezar milîtan amade kiriye. Ku milîsên Îran û komên PKKyê bikevine herêmê dibe ku problemên mezintir derbikevin holê. Gelê herêmê wê li dijî van rêxistinên şer bike."
- Hêzên Eşîran ji 6 hezar eskerî pêk tên
Luweys Yusifê Fermandarê Hêzên Eşîran e diyar kir ku li eniya başurê Mûsilê ew tevlî artêşa Iraqê li hemberî DAEŞê şer dikin, wezifeya wan jî li herêmên ji DAEŞê bên standin pêkanîna ewlehiyê ye û wiha dewam kir: "Sûniyên Mûsilê di serî da şiî, êzdî, şabak û xiristiyan jî di nav da niha nêzî 6 hezar şervanên me hene. Em dixwqazin ku hejmara şervanên xwe derxin 15 hezarî. Em li bendê ne ku gel tevlî me bibe. Li derdora Mûsilê 5 kampên me yên eskerî hene û 6 şeş meh şunva bi têkuz emê herêmên bên stendin biparêzin."
- Hejmara milîtanên biyanî yên DAEŞê li Mûsilê kêm dibe
General Necîm el-Cûbûrî yê ku wezifedarê Fermandariya Operasyonên Hevpar a Nînovaya serkariya eskerên artêşa Iraqê yên li Mexmûrê ne jî got ku li gor raporên îstixbaratê hejmara milîtanên biyanî yên DAEŞê li Mûsilê kêm dibe û wiha dewam kir: "Di şerê ku li başurê Mûsilê qewimî da piraniya milîtanên DAEŞê yên hatin kuştin biyanî bûn. Lê niha em dibînin ku yên tên kuştin ji Iraqê ne. Li gor raporên îstixbaratê yên tên ber destê me milîtanên biyanî ji Iraqê direvin Sûriyeyê xwe li herêmên sînor ên wê derê vedişêrin."
General Cûbûrî ragihand ku kela dawîn a li Iraqê ya di destê rêxistinê da Mûsil e û wiha pê da çû: "Rêxistin ji Selahadîn, Enbar û Felûceyê hat paqijkirin. Hedefa sereke ya hikûmeta Iraqê êdî Mûsil e."
- Hêzên koalîsyona navneteweyî ya di pêşengiya DYAyê da
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Ashton Carter di serdana xwe ya duh a Bexdayê da ragihadn ku di çarçoveya operasyona xilaskirina Mûsilê da wê 560 eskerên din jî bişînin Iraqê û li El-Kayyaraya Baregeha Hewayî ya Eskerî wê bên bicihkirin.
Kampên perwerdehiya eskerî yên DYA, Tirkiye, Almanya, Îtalya, Kanada, Îngiltere û gelek welatên din li herêmên nêzî Mûsilê hene û ji salekê zêdetir e ku perwerdeyê didin pêşmerge û artêşa Iraqê.
Wisa tê texmînkirin ku wê hêzên kolalîsyona navneteweyî jî ji hewayê va piştgiriyê bidin operasyonê.