Haydar Şahin
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîeht ê Erebistana Siûdî der barê li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Satenbolê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan da got, "Bûyer di berpirsyariya min da qewimî, hemû berpirsyariyê hildidim ser xwe."
Bîn Selmanê Mîrze di berfanbara 2018an da li Riyadê di pêşbaziya otomobîlan da daxuyanî da Martîn Smîthê rojnamevan ê çêkerê bernameya "Frontlîne"yê ya televizyona PBSyê ya Amerîkayê û pirsên li ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan bersivandin. Daxuyaniya Bîn Selman di framgmanên bernameya ku ew ê di 1ê cotmehê da were weşandin da hat nîşandan.
Di fragmana bernameyê da tê gotin ku Bîn Selman cara ewil di hevpeyvînekê da pirsên li ser kuştina Kaşikçi dibersivîne û bêyî dîmen û dengê Bîn Selman ji bersivên wî parçe hatin nîşandan.
Di fragmanê da Smîth got, "Dema min rola wî ya di kuştina Kaşikçi da jê pirsî ji min ra got, 'Bûyer di berpirsyariya min da qewimî. Ez hemû berpirsyariyê hildidim ser xwe lewra di binê berpirsyariya min da bû'."
Smîth dibêje "Dema xebera te tunebe çawa tiştekê wiha diqewime?" li ser vê Bîn Selman dibêje, "Li Erebistana Siûdî 20 milyon welatî dijîn. 3 Milyon xebatkarên dewletê hene."
Smît dipirse dibêje, "Gelo ew dikarin teyareyeke te hildin?" li ser vê pirsî jî Bîn Selman dibêje, "Wezifedar û wezîrên karên min teqîb dikin hene. Ev berpirsyariya wan e. Rayeya wan heye ku vê bikin."
- Kuştina Kaşikçi
Kaşikçiyê rojnamevanê ji Erebistana Siûdî ji bo karûbarên xwe yên zewacê di 2yê cotmeha 2018an da çûbû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û li wê derê hatibû kuştin.
Komîseriya Bilind a Mafên mirovan ya NYyê di hezîranê da rapora 101 pelgî eşkere kiribû û ji ber kuştina Cemal Kaşikçi Erebistana Siûdî berpirsyar nîşan dabû.
Di raporê da hatibû gotin ku di destê wan da delîlên nîşan didin ku dibê li ser Mihemed Bîn Selman jî tev hin rayedarên Erebistana Siûdî lêkolîn were kirin.