04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku îsal di pevçûnên ku li Iraqê qewimîn da 189 zarok mirin, 301 zarok jî birîndar ketin.
Jan Kubîsê Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Sekreterê Gişkî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Peter Hawkînsê Nûnerê Iraqê yê Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyanya xwe da wiha gotin: "Pevçûnên çekdarî ên li Iraqê bûn sedema mirina zarokan. Di pevçûnên ku di sala 2015an da derketin da 189 zarok mirin û 301 zarok jî birîndar ketin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên li ser xwendingeh û nexweşxaneyan bi sedan zarok jî ji perwerdeyê û xizmetên tenduristiyê mehrum man, li Radiyê di salekî da 45 xwendigehan zirar dît û hilweşiyan.
Wek mayîn jî di daxuyaniyê da hat gotin ku Misyona Alîkariya Iraqê ya NYyê û UNICEF ditirsin ku zarokên ku di tesîra şer da mane, cî û warên xwe terk kirine û çûnê ciyên mayîn, di nav ewlehiyê da nebin.