Nihat Kavşut
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
LONDRA
Çapemeniya Îngilistanê ya di dema pêvajoya hilbijartinê da piştgiriyeke mezin da Serokwezîr Mayê, piştî encaman rexne lê girt.
Rojnameya Daily Mailê ya piştgiriya herî mezin dida Serokwezîr Theresa Mayê ji ber encamên hilbijartinê rexne lê girt.
Piştî Partiya Mihafezekar ya Mayê li gor encamên hilbijartinê nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike û Partiya Karkeran ya di pêşengiya Jeremy Corbyn da serkeftineke mezin bi dest xist rojnameya Daily Mailê îdia dike rewşa welêt ber bi xirabiyê va diçe. Li gor rojnameyê mizakereyên Brexitê jî di talûkeyê da ye.
Rojnameya The Sunê bi manşeta xwe ya duh Corbyn di selika çopê da nîşan da û îro jî bi manşeta xwe Mayê rex kir.
Rojnameya Evening Standardê ya rêvebirê weşana giştî George Osborneyê Wezîrê Darayiyê yê berê ye di sernivîsa xwe ya îro da destnîşan kir encamên hilbijartinê hikûmeta kêmneteweyan nîşan dide. Li gor rojnameyê Mayê bi alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (DUP) ya navenda wê Îrlandaya Bakur e hikûmeta kêmneteweyan ava bike, lê May were ser kar jî wê nebe îqtidar. Li gor Evening Standardê hikûmeta Mayê dê mehkûmî DUPa 10 parlementerên wê hene bibe.
Rojnameya The Daily Telegraphê ya di pêvajoya hilbijartinê da piştgiriya Mayê dikir jî îro bi manşeta "Îngilistanê raya xwe da kaosê" derket.
Rojnameya The Timesê jî ji bo encamên hilbijartinê dibêje ev bona Mayê "kabûs" e.