19 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Sûriyeyiyên ku piştî Herekata Mertalê Feratê vegeriyan Cerablûsê bi ceyrana ku ji Tirkiyeyê tê şandin va hecedariyên xwe dibînin.
Kesên ku li Cerablûsa ku di çarçoveya herketa dijî terorê da ji rêxistinên terorê hat paqijkirin dijîn kêfa azadiyê derdixin.
DAEŞa rêxitina terorê dema ku ji navçeyê vekişya zirar da xeta av û ceyranê, bi piştgiriya Tirkiyeyê va ev xetan beriya Eyda Qurbanê hatin temîrkirin. Li navçeya ku serjimara wê gihîştiye 30 hezarî kêmasî tên çareserkirin û gel bi lez û bez digihîje demên xwe yên berê.
Şevan kuçe û kolanên navçeyê ronî ne û şênî li wan deran digerin, televizyonê temaşa dikin û têlefonên xwe bi kar tînin.
"Em nika pê hisyan ku em dijîn"
Marzuk Taha Ebû Yazenê ji Cerablûsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku doxtor e û bi dildarî li nexweşxaneyekî dixebite.
Yazen destnîşan kir ku di saya Artêşa Sûriyeya Azad û Tirkiyeyê da dîsa jiyana xwe didomînin, Tirkiye di her alî da alîkariyê dide wan û ewê ji zar û neviyên xwe ra qala vê alîkariyê bikin.
Yazen got ku ceyran ji bo wan pir giring bû û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re ev pirsgirêk hat çareserkirin. Ez bijîşk im û di nexweşxaneyan de hewcadarî bi ceyranê heye. Karê me pir hêsan bû. DAEŞ êdî wê car din venegere. Ji çûyîna wan vir ve em xweş dijîn. Berê ev der û em wek bedeneke bêcan bûn."
- "Hesreta me aveke sar bû em niha wê vedixwin"
Evdirehman Xamo jî got ku ew ji ber şerê navxweyî 3 sal berê reviyaye Tirkiyeyê û piştî azadbûna Cerablusê vegeriyaye welatê xwe.
Xamo spasiya Tirkiyeyê kir û wiha got: "Berê ev der tarî bûn, ji bo zarokan û mezinan jiyan tunebû. Hesreta me aveke sar bû, lê niha em wê vedixwin Şikir bi alîkariya OSO û Tirkiyeyê ev tişt çêbûn. Em spasiya gelê Tirkiyeyê û Recep Tayyîp Erdogan dikin."