19 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
NEW YORK
Hat ragihandin ku der barê teqîna New yorkê da 5 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, polîsê New Yorkê û tîmên FBIyê, li ser pira Verrazanoya ku herdu bajarokê Brooklyn û Staten Island bi hev girê dide, wesayitek ragirtin û 5 kesê tê da binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya FBIyê gumanbar di çarçoveya lêpirsîna teqînê da hatine binçavkirin.
Pêr li tara Manhattanê ya New Yorkê li kolana 23eyemîna ku caddeya 6 û 7emînê dibire, di nava konteynereke çopê da teqînek qewimîbû û di encamê da 29 kes birîndar bûbûn.
Lêpirsînên der barê bûyerê da didomin.