31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
BRUKSEL
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir geşedanên der barê ceribandinên Îranê yên ji bo moşekên balîstîk da teqîb dikin û wiha got: "Ceribandinên wiha xebatên NATOyê yên ji bo pêşxistina moşekên balîstîk nîşan dide."
Rumen Radev Serokomarê Bulgaristanê piştî dest bi wezîfeyê kir, li Baregeha Navendî ya NATOyê ya li Brukselê bi Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ra hat bal hev.
Stoltenberg destnîşan kir geşedanên der barê ceribandinên Îranê yên ji bo moşekên balîstîk da teqîb dikin û wiha dewam kir: "Ez nikarim qala hûrgiliyan bikim, lê dikarim vê bibêjim: NATO xebatên xwe yên ji bo pêşxistina moşekên balîstîk didomîne. Lewra tevî Îranê gelek neteweye moşekên balîstîk yên cuda diceribînin. Ev jî xebatên NATOyê yên ji bo pêşxistina moşekên balîstîk nîşan dide."
Stoltenberg diyar kir, fuzeyên balîstîk ên NATOyê ne ji bo Rûsyayê, heke ji derveyî Ewropayê talûkeyek çêbe li dij wê talûkeyê ye û wiha dewam kir: "Me beriya niha teklîf dabû Rûsyayê ku em bi hev ra li ser vê mijarê bixebitin. Wê demê Rûsyayê red kiribû. NATOyê jî pêşxistina pergala me domand. Ev pergaleke parastinê ye û wê Ewropayê ji talûkeya fuzeyan biparêze."
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê gotibû Îranê roja yekşemê fuzeyeke balîstîkê şand fezayê lê piştî ku fuze hat avêtin beriya ku paşda vegere atmosferê teqiyaye û ji bo vê serkeftî nebûye.
Li gor îdiayê menzîla fuzeyên ku di destê Îranê da ne, dertê heta 3 hezar kîlomêtreyan.
Li Bulgaristanê di hilbijartina Serokomariyê ya ku di 13ê sermawezê da hat kirin da generalê berê Radev qezenc kiribû. Radev wek lîgirê Rûsyayê dihat dîtin û 22 rêbendanê da dest bi wezîfeyê kir.