BEXDA
Rayedarên Iraqî diyar kirin ji ber têkoşîna wan a bi El-Qaîdeyê re Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 75 moşekên Hellfîreyê ji wan re şand. Rayedaran destnîşan kirin ku moşek di 19yê çileya pêşîn de gihiştine ber destê wan û di rojên pêş me de jî dê yên nû bên.