Fatih Gazioğlu
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Wezîrê Avadanî û Îskanê yê berê Cevat Ayhan (80) li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin a li Enqereyê wefat kir.
Li gor agahiya ku hat standin Ayhanê ku di sala 2010an de xwîn pijiqîbû mêjiyê wî li Nexweşxaneya Bayindirê dihat tedawîkirin, li vir mir.
Ji bo Ayhan îro wê li Mizgefta Hacibayramê nimêj bê kirin û wê piştra cinazeyê wî bişînin Sakaryayê. Cinazeyê Ayhan roja Çarşemê wê li taxa Çildirlara ser navçeya Akyaziyê bê veşartin.
Cevat Ayhan di sala 1930ê li Akyaziyê hat dinyayê û Fakûlteya Endazyariya Makîneyê ya ÎTUyê qedand. Ayhan gelek wezîfeyên girîng kirin. Ayhan li Partiya Refahê ya ku hatibû girtin de di heyama 19, 20 û 21emîn Parlamenteriyê Sakaryayê kir. Ayhan di hikûmeta 54emîn de wekî Wezîrê Avadanî û Îskanê xebitîbû.