Fatih Gazioğlu
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
XEZE
Li sînorê rojhilat ê Şerîdê Xezeyê eskerên Îsraîlê mudaxaleyî çalakiyên aştiyane kir, di encamê de 3 Filistînî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat standin, eskerên Îsraîlê mudaxaleyî çalakiyên aştyane yên li aliyê rojhilatê bajarê Xan Yûnûsê hatin kirin bûn, di encamê de Filistîniyek bi guleyê hat birîndar kirin.
Du kes jî di bin bandora xaza rondikrêj de man, hindik mabû ku bifetisin. Hat ragihandin ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Ewropa ya li Xan Yûnûsê.
Ji aliyê din, eskerên Îsraîlê mudaxeleyî çalakiyên li rojhilatê Xezeyê kir. Li vê derê jî 2 Filistînî bi çekê hatin birîndar kirin.
Filistînî ji 30yê adarê vir va di çarçoveya salvegera 42emîn a Roja Axê de li ser sînorê Xeta Xezeyê çalakiyan aştiyane dikin.
Eskerên Îsraîlê jî guleyên rastî berdidin gelê sivîl ê ku "dixwazin vegerin ser axa xwe ya ku jê hatin sirgûnkirin û dorpêça ser Xezeyê ya ku ji 2006an pê va dewam dike, were rakirin".
Ji destpêka roja ewil a ku xwepêşandanan heta niha 52 Filistînî şehîd bûn, qasî 8 hezarî kes jî birîndar bûn.