03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê ji ber "Operasyona rizgarkirina Mûsilê" dezgehên çêkerên çekan vala namînin.
Li Iraqa ku şer û pevçûn naqede, di salên 80yî da ji ber şerê Îran-Iraqê ku qederê 8 salan ajot, peyra şerê Kendavê û herî dawîn jî ku DEAŞa rêxistina terorê di Hezîrana 2014an da Mûsil sitend, li welêt çêkirin û temîrkirina çekan dîsa bû karê ku herî zêde tê kirin.
Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê ji ber şer û pevçûnan dezhegên çêkerên çekan vala namînin. Li Hewlêrê li bazara ku li texma keleha dîrokî ye, dikanên çêkirin û temîrkirina çekan her cure çek û perçeyên çekan tên peydakirin. Bi taybetî piştî operasyonên li dijî DEAŞê karê dezgehên çekan zêde bû.
Bextiyar Sedreddîn Ezîzê ku bi navê "Hoste Bextiyar" tê zanîn û li bazara ku li texma keleha dîrokî ye, di qata jêr da dikana wî ya çêkirin û temîrkirina çekan heye, destnîşan kir ku çekên pêşmergeyên ku di pevçûnan da çekên wan xera dibin çêdike.
Hoste Bextiyarê ku li dîwara dikana wî gelek çekên otomatîk ên ûrisan hene daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku karê temîrkirinê ji bavê xwe hîn bûye, ji sala 1980yî vir da li dikana xwe tu carî bê kar nema.
Hoste Bextiyar destnîşan kir ku li welêt 40 sal e şer û pevçûn dewam dikin û ji ber vê jî hosteyên çekan bê nan namînin û wiha got: "Ya rastî ji ber ku li welêt şer heye ez memnûn nînim. Lê belê em debara xwe bi tenê vî pîşeyî va dikin."
-"Ji sedî 85ê sîlahên di destê kurdan da malê rûsan in"
Bextiyar hoste got piştî ku DEAŞê êrîşî Mûsilê kir û di navebara milîtanan û hêzên pêşmergeyan da pêvçûnan dest pê kir, ji ber vê jî hikûmet partî partî çekan dişîne ba wî ku temîr bike û wiha axivî :"Ez bi tenê sîlahên polês û hêzên pêşmergeyan temîr dikim. Bê destûr sîlahên gel temîr nakim. Ya rastî karê di destê me da wisa zehf e ku wextê me namîne sîlahên gel temîr bikin."
Bextiyar hoste destnîşan kir ku piraniya sîlahên kurdan malê ûrisan e û wiha pê da çû: "Ji sedî 85ê sîlahên kurdan malê ûrisan e. Ji ber ku Sedam Huseyn bi salan sîlah ji Rûsyayê kirî ev wisa bû."
Hoste Bextiyar daxuyand ku çekên ku ji Rusyayê tên ji bo wî hesan in çimkî herî zêde ew temîr kirine.
- Piştî DEAŞê çekên almanan û DYAyê li piyaseyê hene
Hoste Bextiyar got ku piştî êrîşên DEAŞê rêxistina terorê zêde bûn Almanya û DYAyê gelek çek şandibûn Hewlerê û wiha axivî: "Piştî temîrkirina çêkên Rûsyayê em niha çêkên Almanan û DYAyê jî temîr dikin. Êdî ev çek jî li piyaseyê hene."
Hoste Bextiyar got ku îmkana wî ya ku çekan bîne dikanê û temîr bike her dem tuneye. Usta got ku ji ber vê yekê gelek caran ew diçe cephe û li wê derê çekên peşmergeyan yên giran temîr dike. Hoste wiha dewam kir: "Beriya êrîşên DEAŞê karê me baş nebû. Me wê çaxê çekên biruhset temîr dikirin. Lê piştî şerî me çend meh bê navber, bê tetîl şol kir."