Elif Orhan
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
KÎEV
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê di navbera Tirkiye û DYAyê de rawestandina miameleyên vîzeyê de got ku "Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Berî her tiştê em qabîleyek nînin, em dewleteke qabîleyan jî nînin. Metna ku wan eşkere kir çi be li gor esasa beramberiyê li gor wê metna hemberî wê metnê jî demildest balyozê me yê li Amerîkayê eşkere kir. Pêvajo ev e."
Serokomar Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Petro Poroşenko re rû bi rû hevdîtin kir û pişt re Civîna Konseyê ya Stratejîk a Ast Bilind kir û piştî civînê li Îdareya Serokatiya Dewletê civîna çapemeniyê ya hevpar kir.
- "Me îlhaqa dereqanûnû ya Qirimê nas nekir emê nas nekin"
Erdogan got ku di hevdîtinên xwe de bi berfirehî karîn ku li ser têkiliyên dualî bisekinin û wiha axivî:
"Ewlehiya hewzeya Behra Reş jî di nav de em bi berfirehî li ser mijarên hêrêmî û navneteweyî yên ku welatên me eleqedar dikin sekinîn. Min û dostê min ê biqîmet me li hev kir ku em di van mijaran de bi hev re û bi îstişare tevbigerin. Min ji Birêz Proşenko re car din got ku Tirkiye Qirim jî di nav de dê ji niha pê ve jî piştgirî bide yekîtiya axê û yekîtiya siyasî ya Ukraynayê. Me îlhaqa dereqanûnû ya Qirimê nas nekir û emê nas nekin jî. Em ji ber kêfxweşiya ku Ukrayna dide Tatarên Qirimê yên ku sedaqata xwe ya ji bo welatê xwe tesdîq kirine kêfxweş in. Em ê ji nêz ve rewşa hemnijadên xwe bişopînin û vê mijarê li rojeva raya giştî ya navneteweyî bihêlin. Em girîngiya pêngavên ku ji bo çareserkirina rewşa dereqanûnî ya li Qirimê yên ku di çarçoveya hiqûqê û dîplomasiyê de bên avêtin bawer dikin. Emê di vê mijarê de bi Ukraynayê re bi aheng bixebitin."
Erdogan da zanîn ku di hevdîtinên xwe de li ser pêngavên ku dê di qadên gihandin, vejen, têkiliyên eskerî, pîşesaziya parastinê, perwerde û çandî de bên avêtin jî sekinîn.
Serokomar Erdogan got ku "Wekî ku hûn dizanin gelê tirk sala borî bi şehadeta 250 mieovên xwe teşebûseke derbeyê vala derxist. Rêxistina Feto ya ku kiryarê vê teşebûsa derbeyê ye li gelek welatên dinyayê di bin navê cuda de fealiyetê dike. Mixabin ku saziyên perwerdeyê yek ji cihê berehvkirina milîtanan a vê rêxistinê ye. Me bi Birêz dostê min Proşenko re li serê xeber da ka em di têkoşîna dijî vê rêxistinê de pêngavên çawa dikarin biavêjin."
- "Me birayên xwe yên ji Qirimê ji xwe cuda nedîtin"
Serokomar Erdogan bersiva pirsên rojnamevanan jî da û li ser pirsekî der barê tatarên ji Qirimê yên di girtîgehê de got ku "Em der barê birayên xwe yên tatarên Qirimê yên ku di girtîgehê de ne di nav her cure teşebûs û hewldanê de ne. Ez hêvî dikim ku em ji van helwdanan encamek bistînin. Em şopînerên van in. Helwesta me ya der barê Qirimê de ya ji rabirdûyê ve , helwesta me ya der barê vê mijarê de ya neteweyî û navneteweyî diyar e. Me birayên xwe yên ji Qirimê ji xwe cuda nedît û emê ji niha pê ve jî nebînin."
Erdogan der barê rawestandina miameleyên vîzeyê yên di navbera Tirkiye û DYAyê de jî ev gotin:
"Ev biryar beriya her tiştê mirov gelekî xemgîn dike. Ango li Enqereyê balyoz biryareke wiha sitand û tetbîq kir û ev yek mirov xemgîn dike. Rayedarên Wezareta me ya Karên Derve dema ku ev tiştên der barê mijarê de bihîstin teşebûsên hewcedar kirin û telefonî mixatabên xwe kirin. irkiye dewleteke hiqûqê ye. Berî her tiştê em qabîleyek nînin, em dewleteke qabîleyan jî nînin. Metna ku wan eşkere kir çi be li gor esasa beramberiyê li gor wê metna hemberî wê metnê jî demildest balyozê me yê li Amerîkayê eşkere kir.Pêvajo ev e."