Önder Beyter
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir ku endamên yekbûnê ji bona NATOyê lêçûnên xwe yên parastinê zêde dikin û herwiha ew pêşbînî dikin ku di vê mijarê da di sala 2017an da rêjeyeke zehf a wekî ji sedî 4,3 zêde be.
Stoltenberg der heqê rojeva Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê ku wê sibê li Bruksela paytexta Belçîkayê li baregeha NATOyê were lidarxistin da daxuyanî da rojnamegeran.
Sekreterê Giştî mijarên civînê wekî têkoşîna dijî terorê, Efxanistan, Iraq, parvekirina barê lêçûnên parastinê, hevkariya ligel Yekîtiya Ewropayê (YE) û rewşa ewlekariyê ya li Behra Baltiqê, da rêzê.
Stoltenberg got ku di nava tevahiya yekbûnê da divê ji bona NATOyê budçeyên parastinê bên zêdekirin û wiha xeberda:
"Piştî çendîn salên paraçûnê, di 2015an da di lêçûnên parastinê yên hevkarên NATOyê yên ewropî û Kanadayê yên ji bona yekbûnê da zêdebûn çêbû, me ev yek dît. Di 2016an da jî vê yekê dewam kir. Ev rewş tê wê wateyê ku di nava 3 salên dawîn da hevkarên ewropî û Kanadayê ji bona NATOyê qedera 46 milyar dolar pere xercî lêçûnên parastinê kirin."
Stoltenberg diyar kir ku ewê sibê di heman demê da li ser xebatên NATOyê yên dijî terorê jî rawestin û wiha dewam kir, "Meha çûyî yekbûn beşdarî hevpeymana navneteweyî ya dijî DEAŞê bû."
Di civînê da Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik wê nûnertiya Tirkiyeyê bike.