Hat ragihandin ku li başûrê paytextê Iraqê Bexdayê baraneke gij barî, 3 jê zarok 6 kes mirin.
Miduriyeta Meteorolojiyê ya girêdayî Wezareta Gihandinê daxuyanî da û wiha got: "Basinca kêm a ku ji aliyê Behra Spî ve hat, bû sedema baraneke gij."
Waliyê Zî Karê Muhammed Bakir en-Nasirî jî diyar kir ku piştî barana gij 3 jê zarok 6 kes mirin. Di baranê de hinek di avê de xeniqîn, hinek jî ketin ber ceyranê.
Sekreteriya Giştî ya Lijneya Wezîrên Iraqê jî daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Ji ber barana gij li bajarên din jî saziyên tenduristiyê, şaredarî, û saziyên ceyranê ketin betlaneyê.
Miduriyeta Meteorolojiyê got: "Em texmîn dikin ku barana gij dê îro jî bibare û bandora basinca kêm dê heya roja îniyê dewam bike."