SANTIAGO
Hat ragihandin ku li Şîliyê Çiyayê Agirîn ê Calbucoyê yê ku çend roj berê dîsa agir pê ket heya niha 210 milyon mêterekup xwelî reşande dorberê.
Di daxuyaniya Midûriyeta Jeolojî û Madenê ya Neteweyî ya Şîliyê da hat diyarkirin ku Çiyayê Agirîn ê Calbucoyê di 22ê nîsanê da dîsa dest bi şewatê kir û di 3 rojên ewil da 210 milyon mêterekup xwelî reşande dorberê
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku giraniya metrekupekekê nêzîkî hezar tonî ye, şewata di çiyayê agirîn da kêm dibe.
Rayedarên Şîliyê biryar dabûn ku bira kesên ku qasî 20 kîlometreyî nêzîkî çiyayê agirîn in bên tehliyekirin û li ser vê jî hezar û 500 kesên ku li bajaroka Ensenadayê dijîn hatibûn tehliyekirin.
Midûriyeta Jeolojî û Madenê ya Neteweyî ya Şîliyê destnîşan kiribû ku piştî 40 salan Calbucoyê dîsa dest bi şewatê kir û zehf xwelî reşande der û dorê.