Haydar Şahin
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 27 Gulan 2020
Yekeya têkoşîna dijî terorê ya Iraqê diyar kir ku qaşo berpirsê Iraqê yê DEAŞa rêxistina terorê hat kuştin.
Di daxuyaniya Yekeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Iraqê da hat diyarkirin ku di operasyona hat kirin da Mutaz Cubûriyê qaşo alîkarê serokê rêxistinê û berpirsê Iraqê yê DEAŞê hat kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Cubûrî li Sûriyeyê li çola Dêrazorê di operasyona hêzên koalisyona navneteweyî da hat kuştin.
Hikûmeta navendî ya Iraqê di 20ê gulanê da jî diyar kiribû ku Ebdilnasir Kardaşê wekî xelefê Ebubekir Bexdadiyê serokê DEAŞê yê hatibû kuştin derbas dibe hat birîndarkirin.
Bexdadî di 27ê cotmeha 2019an da di operasyona Amerîkayê ya li Îdliba bajarê Sûriyeyê da hatibû kuştin.