Haydar Şahin
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 27 Gulan 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 57 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 508an, hejmara nexweşan jî derkete 139 hezar û 511 kesî.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku li welêt di 24 saetên dawîn da 57 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara miriyan derkete 7 hezar û 508an û 1787 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 139 hezar û 511 kesî.
Berdevk Cîhanpur got ku rewşa 2 hezar û 567 kesan kirîtîk e, hetanî nika 109 hezar û 437 kes rind bûn û gihîştin siheta xwe.
Li Îranê di 19ê sibatê da cara ewil li Qûmê kesekê bi vîrusa koronayê ketiye hatibû tesbîtkirin.