MARDÎN
Gelê sûryanî kêfxweş e ku Meclisa Weqfan dê 12 parsêl eraziyê Manastira Mor Gabrîel paşve bide.
Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrîel Kuryakus Ergûn daxuyanî da nûçevanê AAyê. Ergûn diyar kir ku dema Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Pakêta Demokratîkbûnê eşkere kir ew bendê bûn ku ev biryar bê dayîn.
Ergûn diyar kir ku ji bo tapûyê gavên pêş hatin avêtin û wiha axivî:
"Hin caran pirsgirêkên wiha çêdibin û em dixwazin ku wek malbatekê di nav xwe de çareser bikin. Di dawiyê de ev çareser bû û em pir kêfxweş in. Piştî ku em tapûyan hildin em dê bêtir kêfxweş bin. Di serî de Serokwezîrê me û pişt re jî kesên ku keda wan heye re sipasiya xwe dikim. Gelek sûryanî li Ewropayê dijîn û ji bo vê biryarê pir bextewar bûn.
Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Dêran û Cemaeta Sûryanî ya Midyatê Anto Nuay jî ji bo vê biryarê sipasiya Midûrê Giştî yê Weqfan Adnan Ertem kir û wiha got: "Em sipasiya Serokwezirê xwe dikin. Em pir kêfxweş bûn ku wan ev biryar da. Cemaeta sûriyaniyan pir kêfxweş e."
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Sûriyaniyan Evgîl Tûrker jî wiha axivî: "Neheqiyek hebû. Dadgeha bilind manastireke 1600-1700 salî xistibû rewşeke dagirkirî. Midûriyeta Giştî ya Weqfan biryarek wiha da û ev gaveke girîng e."
Tûrker diyar kir ku ji bo ku li Midyadê dibistaneke sûriyaniyan vebe serî li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr dane û wiha got:
"Pêvajo didome. Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajêr arzûhala me xiste rewacê û em niha benda bersiva Wezareta Perwerdeya Neteweyî ne. Hejmara sûriyaniyan pir kêm bû. Çêkirina dibistanekê ji hêla aboriyê ve zehmet e. Hêviya me dîsa ji dewletê ye. Em jî welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û baca xwe didin. Em dixwazin ku dewlet alikariya ku dide dibistanan bide me jî."