Pevçûnên di nabeyna DÎŞI û hin hêzên kurdan de li ser xeta sînor a li Sirûcê berdewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt pevçûnên li gundên Kobanêyê berdewam dikin. Hat destnîşankirin ku DÎŞI dixwaze ji başûr, rojhilat û rojavayê ve Kobanêyê dorpêç bike.
Ji hêla din ve hat dîtin ku DÎŞIyê li Zoravaya gundê Şiftekê ala xwe daliqand.
Li ser sînorê li Sirûcê hin welatî geşedanan dişopînin.
Tevdîrên hêzên ewlehiyê yên li ser xeta sînor dewam dikin.