Îsraîlê li Qudsa Rojhilatê dest da 5 donim eraziyê filîstiniyan. Rêvebiriya Amerîkayê îsraîl şermezar kir û ragihand ku ev tevger dê Îsraîlê ji hevalbendên xwe yên herî nêzîk ji dûr bixe.
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest, di civîna çapemeniyê ya rojane de dema ku ev pirs ji wî hat pirsîn wiha got: "Amerîka ji ber nûçeyên ku behsa planên Îsraîlê yên der barê Qudsa Rojhilat li vê herêma hesas dikin, pir fikar e."
Berdevka Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Jen Psakî jî wiha got: "Ev tevger bi tenê dibe sedema şermezarkirinê ya navneteweyî." Li ser pirsa "Baş e, hûn jî şermezar dikin?" Psakî wiha bersiv da: "Belê, em vê bûyerê şermezar dikin."