06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
KERKÛK
Hat diyarkirin ku li Iraqê DAEŞa rêxistina terorê li Hewîceya navçeya Kerkûkê 60 sivîlên ku dixwestin birevin herêmên ewledar, kuştin.
Qaymeqamê Hewîceyê Sebhan Cubûrî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Duh jinek jî di nav de 60 sivîlên ku hewl didan ji navçeyê birevin ji aliyê DAEŞê ve hatin girtin û DAEŞê ew birin baregeha eskerî ya Bixarayê û ew kuştin."
Cûbûrî diyar kir sivîlên ku ji aliyê rêxistinê ve hatine radestkirin ji hev vediqetin û got ku "Em hînbûn ku jin û zarokan wek komek dişînin herêmek, mêran jî dişînin cihekî din."
Cubûrî diyar kir ji ber ku "milîtana agir bi zeviyên çandiniyê xistin" hin sivîlên ku ber bi kozikên pêşmergeyan ve derketin rê şewitîn.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) duh daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku li Iraqê nêzî 3 hezarî kes ji aliyê DAEŞa rêxistina terorê ve dîl hatine girtin.
Ji hezîrana 2014an vir ve navçeya Hewîceyê di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye.