18 Îlon 2016•Rojanekirin: 19 Îlon 2016
NEYNEWA
Hat radihandin ku DAEŞa rêxistina terorê li dorberê Mûsilê êrîşî eniya pêşmergeyan kirin û di êrîşê da kes mirin.
Fermandarê Pêşmergeyên Eniya Başîkê Hemîd Efendî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "DAEŞê destê sibê ji 3 aliyan êrîşî eniyên Başîk, Xazir û Gwêrê kir. Li eniya Xazir ji ber ku terorîstekê xwe teqand 2 pêşmerge mirin."
Efendî destnîşan kir ku êrîşkar dan revê, DAEŞ car caran topên hewanê diavêje eniyên pêşmergeyan.
DAEŞa rêxistina terorê ji 20ê hezîrana 2010î vir da Mûsilê kontrol dike, herêmên li rojava, bakur û rojhilatê Mûsilê jî di kontrola hêzên Pêşmergeyên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê da ne.