Haydar Şahin
18 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
NEW YORK
Hat ragihandin ku li New Yorka bajarê DYAyê teqîn çêbû di teqînê da 29 kes birîndar ketin.
Teşkîlata Polêsên New Yorkê (NYPD) diyar kir ku di teqîna li Chelseaya texma Manhattanê da 29 kes birîndar ketin û rewşa birîndarekî giran e.
Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio piştî bûyerê çû dewsa teqînê û di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ev "êrîşeke zanayî ye" lê belê delîleke ku bêjin ev bûyera terorê ye tune.
Ekîbên dije terorê yên Teşkîlata Polêsên New Yorkê li dewsa bûyerê lêkolîn dan destpêkirin û li bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Şefê NYPDê James O'Neîll jî diyar kir ku teqîn ji ber gaza sirûştî çênebûye, li ser îhtimala teqîneke ku li kolana 27an bibe lêkolîn dan destpêkirin.
Dibêjin dibe ku teqemeniyeke ku bi desta hatiye çêkirin di hûndûr an jî li rexê konteynera sergo teqiyabe.
Wek mayîn namzeda seroktiyê ya Partiya Demokrat Hillary Clintonê got ku der heqê teqînê da agahî dane wê. Namzedê seroktiyê yê Partiya Komarparêzan Donald Trump jî got ku hê tu kes nizane ku tam çi bûye.