DAKKA
Dadgeha Bilind a Bangledeşê biryar dabû ku Rêberê Cemaeta Îslamî Ebdilqadir Molla şeveqê darde bikin.
Dadger Seyîd Mehmûd Huseyn duh ber bi êvarê biryara paşdeavêtinê teblîx kir. Serokê ekîba mudeafayê parêzer Barrîster Ebdurezak diyar kir ku Molla dê li gor saeta Bangledeşê di 10,30yî (bi saeta Tirkekiyeyê saet 07,00an de) bê dardekirin.
Hat diyarkirin ku ekîba mudeafayê nusxeyeke biryara paşdeavêtinê da rêveberiya Girtigeha Navendê ya Daqqayê.
Dibêjin ku Ebdulqadir Mollayê Serokê Partiya Cemaeta Îslamî di dema şerê serxwebûnê yê 1971ê de li dijî merivan sûc kiriye û ji ber vê yekê jî der heqê wî de biryara dardekirinê hatiye dayîn.
Rayedaran diyar kiribûn ku Mollayê duh êvarê bihata dardekirin.
Parêzeran bi daxwaza ji nû ve nirxandina biryara dardekirina Rêberê Cemaeta Îslamî Ebdilqadir Molla serî li dadgehê dabûn û li ser vê jî Dadgeha Temyîzê ya Bangledeşê dest bi nirxandinê kir.
Lijneya Dadgehê eşkere kir ku heta biryara nû derkeve înfaza Ebdulqadir Mollayê 65 salî paşde hatiye avêtin.