JOHANNESBÛRG
Merasima fermî ya bibîranînê ya ji bo serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr Nelson Mandela tê lidarxistin, dest pê kir.
Di merasima fermî ya bibîranînê li Stadyûma FNBê ya li Johannesbûrgê tê lidarxistin de ji ber şiliya zêde demeke kurt di hatûçûyê de astengî derket.
Arîkarê Serokê Konseya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Cyrîl Ramaphosa, axaftineke ku xîtabî beşdarvenên merasimê dike, kir. Ramaphosa got ku "Ji bo navê mirovatiyê çi bê gotin, Mandela kurtasiya wan hemûya ne. Ew ji bo azadkirina me hemûyan xebitî. Reş û Spî ferq nekir."
Hatibû ragihandin ku Serokê DYAyê Barack Obama, Serokê Dewleta Brezîlyayê Dîlma Rousseff, Arîkarê Serokê Dewleta Çînê Lî Yûanchao, Serokê Dewleta Nambiyayê Hîfîkepûnye Pohamba, Serokê Dewleta Hindistanê Pranab Mûkherjee, Serokê Dewleta Kubayê Raûl Castro Rûz, Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas, Serokê Dewleta Afganistanê Hemîd Karzaî, Serokomarê Almanyayê Joachîm Gaûck, Serokomarê Fransayê Francoîs Hollande û li ser navê Keybanûya Îngilistanê Prens Charles jî di nav de 89 serokên dewlet û hikûmetan dê beşdarî merasima fermî ya bibîranîna serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr bibin.
Arîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li ser navê Tirkiyeyê beşdarî merasimê bû.