BANGÛÎ
Pevçûnên ku li Komara Afrîkaya Navîn (OAC) di navbera misilman û xiristiyanan de derketibû didome. Hat ragihandin ku di pevçûnan de tê texmînkirin ku hejmara miriyan ji 500î derbas bibe.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî yên Rêxistina Xaça Sor xebatkarên alîkariyê li Bangûyê ji roja pêncşema hefteya borî heta niha cinazeyê 461 kesî dîtine.
Ji ber ku li Komara Afrîkaya Navîn di pevçûnan de bi sedan kes mirin, Neteweyên Yekbûyî biryar da ku Fransa û Yekîtiya Afrîkayê ji bo parastin û ewlehiya sivîlan hevkariyê bikin. Di heyamên dawîn de li Komara Afrîkaya Navîn pêvçûn zêde bûne, DYAyê jî li ser daxwaze Fransayê biryar dabû ku leşkeran bişîne Komara Afrîkaya Navîn.
Li paytexta Bangûiya Komara Afrîkaya Navîn, îro ber destê sibê pevçûn derket û di pevçûnê de 2 leşkerên Fransayê hatin kuştin.