DAVOS
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû li Dawosê bi Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Davûtoglûyê ku ji bo Forûma Aboriyê ya Cîhanê li Dawosê ye, bi Barzanî re li Rîxos Otêlê hevdîtin kir. Hevdîtin piştî dîmen girtinê ji bi çapemeniyê re girtî dewam kir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Wezîr Davûtoglû û Serok Barzanî di hevdîtinê de li ser rûdanên siyasî yên dawîn û êrîşên dawîn ên terorê yên li Iraqê sekinîn. Davûtoglû cardin dubare kir ku Tirkiye van êrîşan şermezar dike.
Di hevdîtina ku li ser mijarên aboriyê yên di navbera HKI û Tirkiyeyê de sekinîn de rûdanên dawîn ên li Sûriyeyê jî hatin rojevê.
Li ser pirsa Serok Barzanî, Wezîr Davûtoglû nêrînên xwe yên der barê pêvajoya piştî Konferansa Cenewre-2yê de parve kir.