Elif Orhan
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Wezareta Karên Derve daxuyaniya "Em der barê rewşa li bakurê rojavayê Sûriyeyê de bi taybetî der heqê sivîlên ku bi şerê ku niha zêde dibe re rû bi rû mane de gelekî bifikar in." da.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê der barê Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da destpêkirin de daxuyaniyeke nivîskî da.
Nauertê bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derve Rex Tîllerson duh ser telefonê bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov re axivî.
Nauertê got ku "Em der barê rewşa li bakurê rojavayê Sûriyeyê de bi taybetî der heqê sivîlên ku bi şerê ku niha zêde dibe re rû bi rû mane de gelekî bifikar in." û wiha axivî:
"Em piştgiriya xwe ji bo fikarên mafdar ên Tirkiyeya mitefiqa me ya NATOyê û partnera me ya krîtîk a dijî DEAŞê dewam dikin lê em bang dikin ku operasyona eskerî sînordar bike û li hember mirina sivîlan baldar be. Em bangî hemû aliyan dikin ku berê xwe bidin DEAŞa ku hedefa serekî ye. Welatên mezin ji bo ku ji gelê Sûriyeyê re îsriqrareke aştiyane pêk bînin divê bi hev re bixebitin"