Elif Orhan
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
ANKARA
Bîrdariya qaşo ya Abdullah Ocalanê serokê rêxistina terorê ya ku mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê li Efrînê ji bo provokasyonê çêkiribû di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de bi droneyên çekdar (SÎHA) hat bombebaran kirin û hat xirakirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin di fealiyeta keşfê ya ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve tê kirin de hat tespîtkirin ku ji aliyê mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê ve li beroja Çiyayê Darmikê ya li hemberî gundê Gulbabaya Kilîsê "Bîrdariya Ocalan" hatiye avakirin.

Ji bo ku bîrdariya qaşo ya ku ji aliyê rêxistina terorê ve ji bo provokasyonê hat kirin û li ser avahiyeke bi qasî 53 metroyî hatiye avakirin û li serê posterê Ocalan cî digire bê îmhekirin operasyon dan destpêkirin.
Ji bo bîrdariya qaşo ya ku mensûbên rêxistinê dixwest ku bikin melzemeya propagandayê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de herekata asîmanî hat kirin.
Dîmenên bi cebilxaneyên biaqil ên neteweyî û SÎHAyan lêxistina "Bîrdariya Ocalan" a li Çiyayê Darmikê yê li Efrînê cî digire hatin parvekirin.

- Çiyayê Darmikê tê bombebarankirin
Piştî ku TSK û yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Çiyayê Burseyayê bi dest xistin li Çiyayê Darmikê operasyon dan destpêkirin û hêmanên bejayê û asîmanî çiyê dan ber gulebaranê.
Koizkên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku hatin diyarkirin bi balafirên şer, obusên firtinayê yên li herêmê bi cî bûyî û yekîneyên topavêj ji berê sibê ve tên îmhekirin.
Artêşa Tirkiyeyê digel ASAyê ji bo ku li hidûd û herêmê ewlehî û îstiqrar bê bidestxistin, li herêma Efrîna li bakurê rojhilatê Sûriyeyê terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin, gelê herêmê yê dost û bira ji zilm û tehdeya endamên rêxistina terorî xilas bibin di 20ê kanûna paşîn de "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" dabûn destpêkirin.