26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
WASHINGTON
Rêveberiya Emrîkayê ji bo operasyonên esmanî yên Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Şengalê yê li bakurê Iraqê û li Çiyayê Qereçoxê yê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê bir ser hedefên PKKya rêxistina terorî û PYDya şaxa wê ya Sûriyeyê diyar kir ku"pirsgirêka kordînasyonê" çêbûye û ji ber operasyonan bifikar in.
Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane da der barê operasyonên Artêşa Tirkiyeyê li Şengal û Qereçoxê kir da agahî da.
Mark Tonerê Bedevkê Demkî yê Wezareta Karên Derva li ser pirsekê diyar kir ji ber operasyonên esmanî yên Tirkiyeyê bifikar in.
Toner destnîşan kir têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî PKKya rêxistina terorî fehm dikin û wiha got: "Di operasyonên esmanî yên Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Şengalê yê li bakurê Iraqê û li Çiyayê Qereçoxê yê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê kir da bi Emrîka û koalîsyona dijî DEAŞê ra kordînasyona hewce dike bi cî nehat."
Mark Toner diyar kir di vê mijarê da fikar û metirsiyên xwe "rasterast" ji Tirkiyeyê ra gotine.
- Daxuyaniya Pentagonê ya der barê operasyonên Artêşa Tirkiyeyê da
Wek mayîn Wezareta Parastina Emrîkayê (Pentagon) der barê operasyonên esmanî yên Artêşa Tirkiyeyê da destnîşan kir bi Emrîka û koalîyona dijî DEAŞê ra kordînasyoneke baş nehatiye çêkirin û fikarên xwe ji Tirkiyeyê ra gotine.
Li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya "Tê îdiakirin serbazên Emrîkayê tevî PYD/PKKyan li Qereçoxê lêkolîn kirine" Adrîan Rankîne Gallowayê ji berdevkên Pentagonê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da.
Galloway destnîşan kir koalîsyona dijî DEAŞê operasyon qebûl nekirine û di operasyonan da zirar gihîştiye hêzên di têkoşîna dijî DEAŞê da pê ra hevkariyê dikin û wiha dewam kir: "Di operasyonên esmanî yên Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Şengalê yê li bakurê Iraqê û li Çiyayê Qereçoxê yê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê kir da bi Emrîka û koalîsyona dijî DEAŞê ra kordînasyona hewce dike bi cî nehat. Me fikarên xwe ji hikûmeta Tirkiyeyê ra gotin. Tevî pêşmergeyên kurd zirar gihîştiye hêzên di têkoşîna dijî DEAŞê da pê ra hevkariyê dikin."