26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
BRÜKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê daxuyaniya Donald Trumpê Serokê DYAyê ku gotibû, “Şêwaza êşkenceya 'waterboarding' li ser endamên DEAŞa rêxistina terorê wê bi kêr were” got ku “Wê hevpeymanî di cîbicîhkirina qanûnên nêvneteweyî da berdewam be.”
Dusko Markovicê Serokê welatê Montenegroya ku bi mebesta ku bibe 29emîn endamê NATOyê hat vexwendin, serdana baregeha sereke ya hevpeymaniyê kir û digel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg civiya. Piştî civînê herduyan civîneke hevbeşa çapemeniyê li dar xistin.
Markovic anî ziman ku piştî destbikarbûna rêveberiya Trump di warê endambûna Montenegroyê da tu fikarê wan tune ne û got, “Rageşiya di warê îmzayê da ji aliyê dijberê vê meselê va tê gurrkirin lêbelê em dilniya ne ku wê di demeke kurt ev tişt bicih were.”
- “Wê DYA îmza bike”
Sekreterê NATOyê jî destnîşan kir ku ew jî dilniya ne wê Senatoya DYAyê endamtiyê îmza bike û wiha pê da çû, “Di halê hazir da li Komîteya Têkiliyên Derva da hat erêkirin. Ji herdu partiyan jî piştgiriyeke bihêz sitend. Tu sedemek tune ye ku Senato îmza neke.”
Soltenberg anî zman ku heta nuha 21 hevpeymanî beşdarbûna Montenegroyê îmza kiriye û îro jî wê Senatoya Fransa wê îmza bike û got, “Em çaverê ne welatê din jî îmza bikin. Helbet wê parlementoya neteweyî ya wan bi xwe biryarê bide ka wê kengî bikin, lêbelê hêvîdarim tevî Senatoya DYAyê wê hemî parlementoyên hevpeymanan wê qebûl bikin.”
- "Wê NATO di cîbicîhkirina qanûnên nêvneteweyî da berdewam be"
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê daxuyaniya Donald Trumpê Serokê DYAyê ku gotibû, “Şêwaza êşkenceya 'waterboarding' li ser endamên DEAŞa rêxistina terorê wê bi kêr were” got ku “Wê hevpeymanî di cîbicîhkirina qanûnên nêvneteweyî da berdewam be.”
Stoltenberg wiha domand "Hemî operasyonên NATOyê di çarçoveya qanûnên nêvneteweyî cibicih dibin. Ev rewş bi salan e di operasyonên me yên leşkerî da wiha bû. Wê NATO di vê polîtîkayê da berdewam be."
- Endamtiya Montenegroyê
Wezîrên Karê Derva yên welatên endamê NATOyê, tevî îtirazên Rûsyayê, di berfanbara 2015an da bi biryarekê Montenegro vexwendibûn hevpeymaniyê. Rûsyayê çend caran hişyarî da hevpeymaniyê û îdia kiribû ku "Endamtiya Montenegroyê wê ji îstîqrara welatên rojavayê Balkanê ra bibe tehdît."
Montenegroya ku halê hazir weke çavdêr beşdarî civînan dibe, endamtiya wê yî bi temamî encax wê bi erêkirina hemî hevpeymanan çêbibe.