Fatih Gazioğlu
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
WASHÎNGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê protestoyên li Îranê diqewimin de wiha got: "Rêveberiya Îranê mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê hurmetê nîşanî mafê gelê xwe bide."
Serokê Amerîkayê Trump li hesabê xwe ya twîttterê der barê Îranê da daxuyaniyek da.
Trump wiha got: "Welatiyên Îranê ji dizî û pereyê ku derva ji bo terorîzmê xerc dikin êdî aciz in. Em hin agahiyan hildidin ku welatiyên Îranê çalakiyên aştiyane dikin. Rêveberiya Îranê mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê hurmetê nîşanî mafê gelê xwe bide. Hemû dinya vê pevajoyê dişopîne."
Li Meşhed û Kaşmera bajarê Îranê ev demekê dijî rejîm û Rûhaniyê Serokomar çalakî tên kirin. Çalakiyên tên kirin niha li Kirmanşahê dewam dikin. Di dîmenên li ser medyaya civakî yên ku hatibûn weşandin de tê dîtin ku qelabalixeke mezin beşdarî çalakiya bûne.