Elif Orhan
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin da zanîn ku di lûtkeya sê alî ya ku dê bi mijara "Sûriyeyê" li Soçiya bajarê Rûsyayê bê kirin de dê pêşketina ku di encama civînên Astanayê de ji bo li Sûriyeyê kêmkirina şîdetê hat pêkanîn û fealiyetên li herêmên kêmkirina rageşiyê ya ku hat tesîskirin dê bên nirxandin.
Kalin di daxuyaniya nivîskî ya ku da de bi bîr xist ku dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî dê lûtkeya sêalî ya ku dê di 22yê sermawezê de li Soçiyê bi mijara "Sûriyeyê" bê kirin dê bên bal hev.
Îbrahîm Kalin di daxuyaniya xwe de der heqê lûtkeyê de ev agahî dan:
"Piştî civînên Astanayê ji bo ku li Sûriyeyê şîdet kêm bibe gavên ku hatin avêtin û herêmên kêmkirina rageşiyê yên ku hatin tesîskirin wê werin nirxandin. Li Sûriyeyê ji bo ku çareseriya siyasî çêbibe li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê pêvajoya Cenevreyê wê çêbibe. Di civînê da piştgiriya her sê welatan ya ji bo vê pêvajoyê wê were nirxandin. Herwiha ji bo ku alîkariyên mirovî bigihîjin armanca xwe dê nirxandin werin kirin."