QAHÎRE
Serdozgeriya Misrê, ji ber bûyera li paytext Qahîreyê ya ku li pêş Baregeha Muhafizên Komarê çêbûbû teşkîlata Îxwanê sûcdar dît. Der barê birêvebirên teşkîlata Îxwanî Muslumîn û hin kesên li nêzê wan in biryara girtinê da.
Serdozgeriya Misrê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku der barê Serokê Rêberiya Teşkîlata Îxwanî Muslumîn Muhemed Bediî û kesên bi navê Mahmûd Îzzet, Muhemed el-Beltawî, Mehmûd Huseyîn, Safwet Hîcazî, Abdurrahman Îz, Îsam Sultan, Asım el-Macîd û Safwet Abdulganî de biryara girtinê hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema girtinê, bûyerên sêşema borî yên ku li pêş Baregeha Muhafizên Komarê çêbûbûn e.