Li qada Tehrîrê a Qahîreya paytexta Misrê di navbera komên li dijî hev de şer derket.
Bi sedan kesên ku li dijî derbeya leşkerî li ser medyaya civakî organîze bûn û li qada Tehrîrê çalakiyek li dar xistin. Çalakvanan xwest ku Mursî serbet bê berdan û bi slogana "Em Rêveberiya Leşkerî Naxwazin" meşiyan.
Komeke derbexwaz jî êrîşî koma derbenexwaz kir. Li ser vê yekê tîmên polêsan ketne meydanê û pevçûn xelas bû.