Heyeta alîkariyê çû Kampa Kevirgosika ku 30 kîlometre dûrî Erbîlê ye, li vir sobeyên bi benzîne dişuxulin û betaniye belavî penaberan kirin.
Seyyîd Muhemed El Amîdî li ser navê qefleyê daxuyaniyek da û got ji bo rewşa penaberên li kampê dimînin bi çavê xwe bibînin ev zîyaret li dar xistine û 2 hezar û 400 sobe û 14 hezar betaniye belavî penaberan kirine.
Berpirsiyarê Kampa Kevirgosikê û Qeymeqamê Xebatê Rizgar Mistefa ji bo alîkariyê spasdariyên xwe anî ziman û wiha got: "Ji bo destûra runîştinê bidin penaberan hewcedariya me bi budceyê heye. Me budce ji Neteweyên Yekbûyî xwest, înşellah dê bîryareke erênî bidin."
Penabera bi navê Emel Çeto jî bi bîr xist ku 5 zarokên wê hene û wiha pê de çû: "Em wek malbat hatin vê derê. Zarokên me di nav toz û heriyê de ne. Ji niha ve tirsa zivistanê ketiye dilê me. Em destûra runiştinê dixwazin."
Kampa Kevirgosikê li Navçeya Xebata Erbîlê ye, di 18ê tebaxê de hatibû avakirin û di 2 hezar 400 konî de 14 hezar penaber li vir dijîn.