26 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Hemleya Mertalê Feratê ya ku di 24ê Tebaxê da ji aliyê Hêza Peywira Taybet a Hevpar a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên asîmanî yên Hevpeymanê va li bakurê parêzgeha Heleba Sûriyê li dijî tehdîdên terorê hatibû lidarxistin, berdewam e. Bajarê Cerablusê yê ku di vê çarçoveyê da bi destê Artêşa Sûriya Azad (ASA) va ji rêxistina terorê DAEŞê hat rizgarkirin, hembêza xwe ji mezlûman ra vedike.
Xelkê sivîl ê ji bajarê Kobanê û Minbicê jî ji ber zilma rêxistina terorê PYD/PKKyê berê xwe didin Cerablusê. Di nava van koçberan da malbata Îsmaîl jî heye ku xwe spart Cerablusê. Malbata Îsmaîl a ku li çendîn welatan şantiye ava kirin û ji ber hindê li Kobanê wekî "dewlemendê înşaatan" tê zanîn, li Kobanê tehemulî zilma PYDya baskê Sûriyê yê PKKyê nekir û li Cerablusê xwe spart înşaateke xalî.
Hesen Şêx Îsmaîl ê ku li welatê xwe bû penaber û bi kelogirî qala serhatiya xwe dike, daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku ew, li gundê Şuyuka Kobanê di nava malbateke dewlemend da hat dinê.

- Rêxistina terorê dest danî ser malê wî
Îsmaîl diyar kir ku piştî wî dest bi karê avahîsaziyê kir, wî li gundê xwe û li Kobanê înşaat çêkirin û paşê jî wî tevî alîkariya malbata xwe li Erebistana Siûdî, Libya, Libnan û li hin welatên din şantiye damezirandin.
Îsmaîl destnîşan kir ku ji ber hindê kesên derûdora wî, ew wekî "dewlemendê înşaatan" bi nav kirin û wiha got, "Heya ku gundê me bikeve kontrola PYD/PKKyê herkesî xweziya xwe bi me dianî. Lêbelê ev 3 sal in jiyana xwe xerab bûye. Beriya ku PYD were, xaniyê herî xweşik jî yê min bû, ereba herî xweşik jî ya min bû. Lê PYDyê xwest herdu lawên min jî bibe leşkeriyê, lê min destûr neda. Min pêşiyê pir li ber xwe da, lê min mêze kir nabe, min kurekî xwe şand Tirkiyê, yê din jî şand Libnanê."
Bi rondikan behsa serpêhatiya xwe kir
Di bersiva pirsa “Gelo çekdarên rêxistina terorê azareke fizîkî li we kirin yan na?” da Îsmaîl giriya û anî ziman ku piştî kurên wan çûn, azar dane keçên wî û wiha pê da çû:
“Xanî û otomobîla min hebûn, di dest min da neman, ew ne xem e, lê tiştê ku li ber çavên min, anîn serê keçên min, ji bîra min naçin. Xwezî ji dêvla ku min ew tişt bidîtana, fîşekek di serê min da ber dana û min bikuştana. Heqaret li min kirin. Pêş çavên min li keçên min dan. Wê çawa ew qêrînên wan ji bîra min herin. Ez çend caran li ber wan geriyam, ji bo ku min bikujin. Lê çiqes min wisa digot, serê min hildigaftin û li keçên min dixistin. Lê dûvra taqeta me nema û digel malbata birayê xwe me gund berda û em ketin rê da. Dema em derketin me nikarî em derziyekê jî bi xwe ra derxin. Ji xwe wan jî wisa dixwest.”

"Xwedê wan bibe helakê”
Îsmaîl anî ziman ku malbata wî 13 û malbata birayê wî jî 9 kes bûn û bi hêviya ku cihekî ewle ye xwe gihandine Cerablûsê.
Îsmaîl destnîşan kir ku piştî ku gihîştin Cerablûsê 2 rojan di nava bexçeyekî da hêwîrîne û piştra jî xwe sipartine înşaatekê û wiha domand: “Xaniyekî min î 2 qat û bi hewş hebû. Kê dît dieciband. Lê nuha em di înşaatan da dimînin. Ji vê ra jî şikir, qe nebe me canê xwe rizgar kir. Eleqeya wan ne bi îslamiyet ne bi însaniyetê ra heye. Em kirin hewcedarê gezek nan. Xwedê wan bibe helakê.”