Haydar Şahin
25 Adar 2020•Rojanekirin: 26 Adar 2020
Penaber ji bo derbasî Ewropayê bibin 27 roj e li sînorê Yewnanistanê bi hêvî disekinin.
Ligel midaxeleyên Yewnanistanê yên bi ava tazyîk, bombeyên xazê û fîşengan hatin kirin penaberên difikirin ku deriyê were vekirin hê li benda derî disekinin.
Ji bo pergal û ewlehiya qada penaber lê dimînin bi sedan hêzên ewlekariyê, wezîfedarên tenduristiyê, personelên paqijiyê û rayedarên saziyan ên ji bo kordinasyonê li qadê dixebitin.
Hingî hatine herêmê di kordinasyona Ekrem Canalpê Waliyê Edirneyê da her roj alîkariya însanî didin penaberan.
Li gor agahiyên ji walîtiyê hatin sitandin kêmzêde di nav mehekê da ji xêncî belavkirina xurekê, pîneyê zarpkan, mamaya zarokan, amûrên hijyenê, betanî, parso û sol jî tev 977 caran alîkarî belav kirin.
Xêncî vê 562 qumanyayên xurekê, 226 hezar vexwarin hatin îkramkirin.