27 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî di sala 2015an da ji bo malbatan projeya alîkariya welidînê kir rewacê û ji destpêka sepandina projeya heta niha ji milyarekî zêdetir pereyê neqdî li 2 milyon û 497 hezar û 522 malbaî hat belavkirin.
Wezaretê di çarçoveya alîkariyên civakî da ji 15ê gulana 2015an vir va him li hundir û him jî li derveyê welêt alîkariyê dide welatiyên Komara Tirkiyeyê û yên xwedî qartên şîn in.
Ji bo dayikên dixwazin alîkariya welidînê hildin ji bo sebiyê ewil 300, ji bo yê duyemîn 400 û ji bo yê sêyemîn û yên bên dinyayê jî 600 lire alîkarî tê dayîn.
- Jimara zarokan ji 2 milyon û 500 hezarî derbas bû
Di çarçoveya Bernameya Alîkariya Welidînê da ji bo milyonan dayikî pere hat razandin.
Ji 15ê gulana 2015an ku sepandinê dest pê kir heta îro ji bo 2 milyon û 548 hezar û 174 zarokî bi tevahî milyar û 86 milyon lire pere li 2 milyon û 497 hezar û 522 malbatî hat belavkirin.