ALİ RIZA AKKIR
Îbrahîm Patirê ku ji ber pirsgirekên aborî derfeta xwendinê nedîtiye ku bixwîne, dibistan û lîse ji derve qedand. Piştî lîseyê kete ezmûna LYSyê û 352,815 pûan wergirt û tercîha xwe ya tekane û ewil qezenc kir. Patir dê li Zanîngeha Sitki Koçman ya li Muglayê (Mûxlayê) beşa Mamostetiya Almanî bixwîne.
Patirê ku 30 salan li Avûstûryayê wek karker xebitiye û 5 sal berê vegeriyaye Tirkiyeyê, niha li bajaroka Akyakayê oteleke apart dide xebitandin.
Patirê ku li navçeya Ulayê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku ew xwendinê pir hez dike di sala 2008an de li Dibistana Seretayî ya Derve qeyda xwe çêdike. Patir wiha got: "Xwendin ji bo min xwestekeke pir mezin bû û ji ber vê min xwest ku ez bixwînim. Ya rast armanca min ew bû ku ez dibistana navîn biqedînim. Bi vî awayî min dibistana seretayî û navîn qedand. Piştre min biryar da ku heta ku diçe bila biçe ez dê bixwînim."
Patir diyar kir ku ezmûna zanîngehê ji bo wî pir hêsan bûye û wiha axivî: "Ez bi xwe bawer bûm û min tenê tercîhek kir. Dema encam diyar bûn, mîn dît ku min beşa xwe ya tercîh kiribû qezenc kiriye. Heke nesîb bibe ez dê beşa Mamostetiya Almanî bixwînim. Dû re ez dê ji derve beşeke duyem jî bixwînim."
Îbrahîm patir diyar kir ku dê dîploma xwe wek mîrat ji zarokên xwe re bihêle û wiha got: "Bi ya min kesên ku derfet nedîtine ku bixwînin divê ji derve bixwînin. Wextê me ev derfet tunebû, lê niha heye. Ez hewl didim ku ji bo mirovan bibim mînak. Daxwaza min ew e ku her kes bixwîne. Ji bo xwendinê temen ne girîng e.